YPG: Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Rojava berdewam dikin

 YPG`ê encamên êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 4 rojên dawî li ser Rojavayê Kurdistanê eşkere kir.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî, encamên êrîş û û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 4 rojên dawî li ser Rojavayê Kurdistanê, zelal kir.

YPG`ê diyar kir ku êriş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ku di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin yên li ser xaka Rojava berdewam dikin.  YPG`ê destnîşan kir ku di heman demê de artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî êrişên xwe yên li ser Efrînê didomînin û tevgera hewayî ya artêşa Tirk li ser Efrîn û Kobanê jî zêde bûn.

Di berdewamiya daxuyaniya YPG`ê de, encamên êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî yên 4 rojên dawî wiha ye;

“Di dîroka 05.07.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi tang û çekên doçka êrişî gundê Maranezê yê girêdayî navçeya Efrîn Şera û bi topên hawanê êrişî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê kirin. Di heman rojê de balafirên keşfê yên bê mirov li ser Qestelê, Maranezê û Belûniyê geriyan.

Di dîroka 06.07.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî gundê Basûfanê û bi çekên doçka êrişî gundê Maranezê kirin. Dîsa di heman rojê de balafirên keşfê yên bê mirov li ser Şiyê û balafirên şer yên artêşa Tirk jî li ser rojavayê Kobanê geriyan.

Di dîroka 07.07.2017`an de çeteyan bi topên hawanê êrişî Basûfanê û bi çekên doçka û BKC êrişî Girê Şehîd Şîlan kirin. Her wiha balafirên keşfê yên bê mirov li ser Girê Qestelê, Kefer Cenê û Xedametê geriyan. Dîsa leşkerên artêşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya wî de tevdigerin bi guleyên tangê û çekên doçka êrişî gundên Maranezê, Eyn Deqnê, Minix û Belûniyê kirin. Di heman rojê de çeteyan bi topên hawanê êrişî bajarokê Şêxler ê girêdayî Kobanê ku dikeve rojhilatê çemê Firatê kirin.

Di dîroka 08.07.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî Girê Baz yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin. Di encamê de şewat derket û zeviyên gundiyan zerar dîtin. Dîsa çeteyên ku dixwestin êrişî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa bikin ji aliyê hêzên me ve hatin ferq kirin û di navbera hêzên me û çeteyên girêdayî artêşa Tirk de şer derket. Di encamê de êrişê çeteyan hat şikandin û çete paş de reviyan. Di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Piştî ku çete ji herêma şer reviyan bi topên hawan û katyûşa êrişî gundê Basûfanê kirin. Di heman rojê de çeteyan bi topên hawanê û bi çekên doçka êrişî Bêlûniyê yê girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin.”

 

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …