Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) pêngava leşkerî li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê di roja 4`emîn de didomîne. QSD`ê ji gundewarên Hesekê û Dêrazorê dest bi pêngavê kir.
Şervanên QSD`ê îro di qonaxa duyemîn a pêngavê de 8 kesên ku guman li ser heye ku girêdayî çeteyên DAIŞ`ê ne, girtin.
Her wiha şervanan gelek çek û cebilxane li herêma El-Rewda ya bakurê rojhilatê bajarê Dêrazorê desteser kirin.
Tê zanîn ku qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê li çolistana Dêrazorê ber bi sînorê Iraq-Sûriyê ve diçe.