BÎLANÇOYA ÇALAKIYA TUNEKIRINA TERORÊ DI ROJA XWE YA SÊYEMÎN DE

 Qonaxa duyemîn a çalakiya “tunekirina terorê” di roja xwe ya seyemîn de gihîşt xeta Rewda li rex sînorê Iraqê û heya çemê Xabûr.

Heya niha rûbarek bi qasî (20)km dirêjbûn û (70)km pehnbûn, yanê nêzîkî (35) gund, komek çadir û zeviyan hatin şehkirin.

Her wiha danûstandin bi (30) armancan re bi çalakiyên taybet ji aliyê Yekîneyên Komandos bi hevkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re hat kirin.

(25) terorîst û kesên guman lê hebûn di bîlançoya dawî de ya qonaxa duyemîn a çalakiyê hatin girtin û hejmarek ji çekên sivik û navîn hatin desteserkirin.

Ti zirar di nav refên Hêzên Sûriya Demokratîk de tune ne û çalakî heya niha bi awayekî baş dimeşe.

 

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

6 Hezîranê 2020

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …