Li Dêrazorê 20 gumanbar hatin girtin

Li gundewarên navçeya Siwer a parêzgeha Dêrazorê QSD`ê di berbanga îro de 20 kesên ku guman hene tev li çeteyên DAIŞ`ê bûne, girtin.

  QSD`ê 4`ê Hezîranê li gundewarên kantona Hesekê û Dêrazorê dest bi Pêngava Tunekirina Terorê kir û hîn jî berdewam e.

Hemle di roja xwe ya pêncan de ye û vê sibê hêzên taybet ên komando yên girêdayî QSD`ê 20 kesên ku guman heye tev li çeteyên DAIŞ`ê bûne, li gundê Hircê yê navçeya Siwer ê bakurê rojhilatê Dêrazorê girtin.

Ji fermandarên hêzên taybet Derdo Reqa piştrast kir ku li navçeya Siwer 20 kes girtine.

Fermandar Derdo Reqa diyar kir ku dê hemle heta bidawîkirina şaneyên DAIŞ`ê berdewam be.

Heta niha hejmara çete û kesên bi guman ên hatine girtin, gihaştiye 87`an.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …