71 fermandarên QSD`ê dewreya xwe bi dawî kirin

GIRÊ SPÎ – Li Akademiya Şehîd Lorens a QSD`ê li navçeya Eyn 71 fermandarên QSD`ê dewreya xwe bi dawî kirin

Dewreya Ş. Welat Amûdê ku 71 fermandar tevlê bibûn, beriya niha bi du mehan hate destpêkirin. Di dewreyê de, waneyên leşkerî û birdozî hatin dayîn.

Merasîma dawîkirina dewreyê bi amadebûna fermandarên QSD`ê hate destpêkirin.

Piştî torana leşkerî, ji fermandarên QSD`ê Luqman Xelîl dawîkirina dewreyî li hemû fermandaran pîroz kir û da zanîn ku di demeke axa welat tê dagirkirin, bi dawîkirina vê perwerdeyê bersiveke ji bo dagirkeran.

Piştî axaftinê, fermandaran sonda parastina welat xwarin.

Yek ji fermandarên ku tevlî dewreyê bûye, Çiya Reqa soza dewamkirina têkoşîna li dijî dagirkeran heta dawiyê da.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …