Artêşa Erdogan sivîlek qetil kir, zarokek jî birîndar kir

 HESEKÊ – Artêşa Tirk a dagirker li Serêkaniyê zarokek birîndar kir û welatiyekî sivîl qetil kir.

Şevê din artêşa dagirker zarokê bi navê Abdullkerîm Ziyab Nezal ê ji Serêkaniyê birîndar kir.

Îro vê sibê jî artêşa dagirker welatiyê sivîl ê bi navê Ehmed El-Îsa (27) ku bi eslê xwe ji gundê Eyn Hîsan ê girêdayî Serêkaniyê ye û  di kargeheke bilokan a li gundê Kişto yê  di navbera Til Helef û bajarê Serêkaniyê  kar dikir, ew hedef girt. Di encamê de, Ehmed di pişa xwe de birîndar bû.

Ehmed El-Îsa beriya ku bighêje nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …