Birûsk Hesekê bi riya civîneke çapemeniyê derbarê rewşa şerê Efrînê de axivî. Birûsk wiha got, ʺBerxwedana gel Efrînê û şervanên YPG/YPJʹê ya li dijî dagirkeriya Tirk di roja xwe ya 58ʹan de didome. Dewleta Tirk bi destûra Rûsyayê li dijî Efrînê dest bi êrîşên hewayî kirin.ʺ

Em li ser soza xwe ne

Birûsk anî ziman ku Rûsyayê rê li ber komên çete ʺDAIŞ, El-Qayîdeʺ vekir ku êrîşî herêma Efrînê bikin û wiha domand, ʺMe soz daye gelê xwe û em li ser soza xwe ne. Şerê li dijî dagirkeriya Tirk derbasî qonaxeke nû bû. Em ê şerê xwe bidomînin heta yek leşkerê Tirk li ser axa Efrînê nemîne. Ev şer ne hêsane û wê dirêj bike.ʺ

Pêvajoya êrîşê dest pê kir

Birûsk diyar kir ku dewleta Tirk projeyeke demoratîk ku hemû gelên Bakurê Sûriyê digire nav xwe qebûl nake û wiha dirêjî da axaftina xwe, ʺArmanca dewleta Tirk ji êrîşên li ser Efrînê derbkirina jiyana aştiyane û biratiya gelan e. Em soz didin ku şervanên YPG/YPJʹê destûr nadin ku dewleta Tirk komkujiyên ku bi serê gelê Kurd ê Efrînê dike, bidomîne. Em di pêvajoya parastina gel de bûn, lê niha piştî ku sivîl li herêmên bi ewle hatin bicihkirin, em ê dest bi pêvajoya êrîşa li ser artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bikin. Bê dûdilî û bi hemû rêbazan em ê noqteyên dagirkeran bikin hedefên êrîşên xwe.ʺ

Em li her cihî ne

Birûsk da zanîn ku şervanên YPG/YPJʹê bi îsrar wê axa Efrînê ji dagirkeran re bikin goristan û wiha axivî, ʺEm li her cihî ne. her çiqas ku dagirkeran alên xwe li ser herêmên Efrînê hildan, em ê bi hêzeke xurtir û bi hejmareke mezintir ji darên zeytûnan vegerin, li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin û herêmên xwe rizgar bikin.ʺ

Em ê tola şehîdên xwe hilînin

Birûsk her wiha destnîşan kir ku ew ê bi têkoşîna xwe komploya li dijî Efrînê bin bixin û tola şehîdên YPG/YPJʹê yên ji bo parastina axa Efrînê canê xwe feda kirin, hilînin.

Birûsk ji dewletên cîhanê re ev tişt got, ʺDewletên cîhanî di şerê li dijî çeteyên DAIŞʹê de pesnê YPG/YPJʹê dida. Lê îro em dibînin ku li hember komkujiyên li ser gelê Efrînê yê sivîl têne kirin, bêdeng in.ʺ

Brûsk di dawiya axaftina xwe de helwestên navneteweyî li hember dagirkeriya Tirk rexne kirin û ev soz da, ʺYPG/YPJʹê destûr nadin ku dagirkeriya Tirk demografiya Efrînê biguhere. Her noqteyeke ku leşkerên Tirk û çeteyên wê lê hebin, wê bibin hedefa hêzên me. Em li gorî baweriya gelê xwe bin.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ