????????????????????????????????????

228 ciwanên din tevlî QSD`ê  bûn

KOBANÊ – Li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla 228 ciwanên herêmê piştî perwerdeya xwe bi dawî kirin, bi merasîmeke tevlî nava tefên hêzên QSD`ê bûn.KOB-BIDAWIKIRINA-DEWREYA-QSD (2)

Li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla dewreya 21 a şervanên QSD`ê ya bi navê şehîd Zinar Sefsafa bi merasîmeke leşkerî bi dawî bû. Fermandarên QSD û şêniyên bajar tevlî merasîmê bidawî kirina dewreyê bûn. 228 şervan ji kantona Girê Spî, Kobanê û gundewarên Reqayê tevlî dewreya perwerdeyê bûn.

Dewreya perwerdeyê 17 rojan dom kir. Di dewreyê de dersên leşkerî û birdozî hatin dayîn. Yek ji fermandarên QSD`ê Mihemed Îmad di merasîmê de axivî û destnîşan kir ku hemû gelê Sûriyê dizanin ku QSD`ê hêza yekem e ku herêmên Sûriyê ji terorê rizgar dike.

Di dawiya merasîmê de şervanan sonda leşkerî xwarin û tevlî  QSD`ê bûn.

KOB-BIDAWIKIRINA-DEWREYA-QSD (1)KOB-BIDAWIKIRINA-DEWREYA-QSD (4)

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …