Akademiya Şehîd Mîtan dewreya 15`emîn bi dawî kir

QAMIŞLO – Akademiya Şehîd Mîtan, bi merasîmekê dewreya 15`emîn bi dawî kir û 26 şervan tevlî QSD`ê bûn.

Dewreya bi navê şehîd Piling Qendîl 20 rojan dom kir. Şervanan dersên birdozî û leşkerî standin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê, şervanan toraneke leşkerî lidar xistin. Fermandarê Akademiya Şehîd Mîtan, Rohat Ciwan axivî û serkeftin ji şervanên ku dewreya xwe bi dawî kirine, xwestin.QAM-VEKIRNA AKDMIYA ŞHEID MITAN (2)

Paşê şervanan sonda leşkerî xwarin û tevlî QSD`ê bûn.

Birayê şehîd Piling,  Salih El-Selac jî di merasîmê de axivî û got:ʺEm hemû cangoriyên dozê bi bîr tînin û bi dawîbûna dewreyê li şervanan û Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan pîroz  dikinʺ.

Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …