Li Til Temirê 13 çete hatin kuştin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva êrişên dagirkeran li eniyên gundên Til Temirê da, di encamê de 13 çete hatin kuştin û miqdareke çek û cebilxane ket destê şervanan.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh ji gundên Erîşa, Qasimiyê û Dawûdiye yên navçeya Til Temirê êrişî şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê kirin. Li ser bersivdana şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê 13 çete hatin kuştin û hejmarek çete jî birîndar bûn.

Şervanan erebeyeke doçka li ser a dagirkeran teqand û miqdareke teqemenî, rext û çek û guleyên wê û dûrbîneke şevê jî desteser kirin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …