Li Dirbêsiyê û Girê Spî 5 têkoşer hatin oxirkirin

GIRÊ SIPÎ/DIRBÊSIYÊ – Şêniyên Girê Spî, Dirbêsiyê, Zirgan û Serêkaniyê cenazeyên 5 cangoriyên azadiyê, oxir kirin.

Girê Spî

Bi sedan şêniyên bajarê Girê Spî cenazeyê şervanên QSD′ê Ehmed Medan, Ehmed Mehmûd û Hidêmî Ehmed ku 13′ê Tîrmehê di hemleya rizgarkirina Reqqayê de şehîd bûne, li goristana Şehîd Mehmûd Tumê oxir kirin.

Di merasîma oxirkirinê de Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Girê Spî Zelîxe Ebdî û Hemdan El-Ebid, Endamê Rêveberiya PYD′ê Xalid Kûtê, Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Selahedîn Firat û şêniyên bajarokên Silûkê û Heman Turkmen, amade bûn.

Merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêzgirtin û toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdullah axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina riya şehîdan da.

Bi navê Kongreya Star jî Fatma Şêx Hesen axivî û da zanîn ku bi saya xwîna şehîdan, herêmên Bakurê Sûriyê û gelê herêmê ji tarîtiya DAIŞ′ê têne rizgarkirin. Her wiha banga piştgiriya şervanên QSD′ê kir.

Her wiha bi navê MSD′ê Ereb Ebas jî diyar kir ku şervanên QSD′ê ji bo azadkirina axa welat ji tarîtiya terorê, canê xwe feda kirin. Her wiha Ebas domandina têkoşînê da.

Di dawiyê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin veşartin.

Dirbêsiyê

Bi sedan şêniyên bajarên Dirbêsiyê, Serêkaniyê û bajaroka Zirganê jî cenazeyên têkoşeran Ehmed Ebid (Azad) û Mihemed Hesen (Qenas Dirbêsiyê) ku di hemleya rizgarkirina Reqqayê de şehîd bûne, li goristana Şehîd Rustem Cûdî oxir kirin.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Metîn Polat axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û anî ziman ku di çeperên berxwedanê de xwîna hemû gelên herêmê tevlîhev bûye. Metîn wiha got: ″Cangoriyên azadiyê ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk li ser esasê jiyana hevbeş û biratiya gelan, canê xwe feda kirin.″

Bi navê malbata şehîd Qenas Dirbêsiyê jî birayê wî, şervanê YPG′ê Xalid Hesen axivî, sersaxî ji tevahî gelên herêmê û hevalên wî re xwest û soza şopandina riya wî da.

Di dawiyê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin veşartin.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …