GIRÊ SPÎ –Li Akademiya Şehîd Lorens û Akademiya Şehîd Ezîz 100 ciwanên ji herêmên cûda yên Bakurê Sûriyê dewreya xwe bi dawî kirin û tevlî hêzên QSD`ê bûn.
Li Akademiya Şehîd Lorens 40 û li Akademiya Şehîd Ezîz jî 60 ciwan ji herêmên cûda yên Sûriyê bi merasîmekê dewreya perwerdeyê xelas kirin û tevlî QSD`ê bûn.
Di merasîmê de fermandar û şervanên QSD`ê amade bûn. Heqî Kobanî di destpêka merasîmê de axivî û gotʺEm bi şervanên xwe serbilind in, ji ber ku wê herêmê ji çeteyan paqij bikin û welatekî azad ava bikin.ʺ
Piştî axaftinê, ciwanên ku tevlî QSD`ê bûne sûnd xwarin.
Di dawiya merasîmê de, şervanên QSD`ê dîlan gerandin.