′Em jinûve jidayîk bûn

REQQA – Tî, birçî, di nava tirs û sawê de dijiyan, dema ku azad bûn gotin ″Em jinûve jidayîk bûn″.

Şervanên QSD′ê di hemleya rizgarkirina Reqqayê 4 malbatên ji taxa Deriye ya rojavayê bajêr, rizgar kirin. Şêniyên taxê bi temamî di bin dorpêça çeteyên DAIŞ′ê de bûn.

Di nava şêniyên ku hatin rizgarkirin de, dayîka Mihemed (53) ku mala wê li nêzî mizgefta El-Tewhîd a li taxa Deriyê bû, spasiya şervanên YPG/YPJ′ê kir ku ew ji mirinê û ji zulma çeteyan rizgar kirin.

Dayîka Mihemed anî ziman çeteyan beriya 15 rojan kurê wê û beriya 9 rojan jî zava, ap û kurê apê wê, dema ku hewl didan xwe bigihînin noqteyên şervanên QSD′ê, girtin.

Dayîka Mihemed bi çavên tijî hêsir wiha got: ″Em zêdeyî mehekê li taxê di bin dorpêça çeteyan de bûn. Em bê av, bê xwarin bûn. Me nanê hişk dixwar û ava gemarî vedixwar. Em di tariyê û di nava tirsê de radizan.″

Dayîka Mihemed diyar kir ku wan Cejna Remezanê hîs nekirin û wiha got: ″Em ji her tiştî mehrûm kirin. Piştî rizgarkirinê em jinûve ji dayîk bûn.″

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …