Şehîdên Pêngava Rizgarkirina Reqqa (15-19 Puşber 2017)

Pêngava Rizgarkirina Reqqa di roja xwe ya 16’emîn de jî bi hemû dijwariya xwe didome.
Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ ji destpêkê heya niha,
têkoşîna xwe ya ku li hember çeteyên DAIŞ’ê meşandiye, îro jî di bin banê Hêzên
Sûriya Demokratîk QSD’ê de li her deverê Rojava û Bakûrê Sûrî didomîne.
Hêzên me bi hişmendiya ku ev şer ne tenê şereke leşkeri, herwiha şereke birdozî ye jî,
ji bo ku fikren tarî xwe li pêşeroja gelan ya ronî nepêçin û yekîtiya ku di navbera
gelan de hatiye çêkirin neyê hilweşandin, karibûn her dem di şert û mercên herî dijwar
de jî berxwe bidin, di vê oxirê de bi hezaran hevrêyên me xwe feda kirin.
Di dîroka navbera 15-19 Puşberê de 4 rêhevalên me di taxên Reqqayê de piştî şerekî
lehengane gihîştin şehadetê. Ev hevrêyên me jî di şopa şehîdên beriya xwe de,
li dijî çeteyên ku paşverûtî û hovîtiyê li ser gelan ferz dike têkoşîneke bênavber meşandin,
di vê rêyê de bêyî ku tereddût bikin canê xwe dan.
Em weke YPG/YPJ hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîrtînin.
Di serî de ji malbatên wan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Em soza şopandina rêya wan û ji bo serxistina armancên wan soza bênavber têkoşînê dubare dikin.

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

Nasnav: Dijwar Cudî
Nav û Paşnav: Yasîn Yilmaz
Navê Dayikê: Ferîde
Navê Bav: Îdrîs
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 19 Puşber 2017

 

Nasnav: Ferhad Qoser
Nav û Paşnav: Ercan Sariboga
Navê Dayikê: Mekiye
Navê Bav: Feysel
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 19 Puşber 2017

 

Nasnav: Mazlum Doxan
Nav û Paşnav: Ferhad Wahab
Navê Dayikê: Sewlî
Navê Bav: Mustafa
Cihê Ji Dayikbûnê: Girê Spî
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 19 Puşber 2017

Nasnav: Rubar Amanos
Nav û Paşnav: Sinusî Ehmed
Navê Dayikê: Hezîme
Navê Bav: Niwîran
Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 15 Puşber 2017

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …