Gelê Mensûra dixwazin Meclîsa xwe ava bikin

TEBQA – Şênî û rûspiyên êlên bajaroka bang li Meclîsa Sivîl a Tebqayê kirin ku Meclîsa bajarokê ava bikin, da destkeftiyên ku hêzên QSD′ê bi dest xistine bêne parastin.

Bajaroka Mensûra ya dikeve rojhilatê bajarê Tebqayê û rojavayê bajarê Reqqayê, di 3′yê Hezîranê de ji aliyê şervanên QSD′ê ve hat rizgarkirin. Piştî rizgarkirinê, Şênî û rûspiyên êlên bajaroka bang li Meclîsa Sivîl a Tebqayê kirin ku Meclîsa bajarokê ava bikin, da gel birêxistin bibe û destkeftiyên ku hatine bidestxistin, werin parastin.

EBID EL LETIF MIHEMED

Şêxê êla El-Nasir, Ebduletîf Mihemed El-Ferec da zanîn ku piştî rizgarkirina bajarokê, divê bi riya rêxistinkirina gelê herêmê û avakirina Komîn û Meclîsan, destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin werin parastin.

El-Ferec her wiha diyar kir ku ew kêlî bi kêlî li benda hatina şervanên QSD′ê bûn û bang li êlên Ereb ên herêmê kir ku piştgiriya QSD′ê bikin, da tevahî bajar û gund werin rizgarkirin.

 

Welatiyê bi navê Mustefa El-Beno jî destnîşan kir ku piştî rizgarkirina bajarokê, av, ceyran û nan nedihatin peydakirin û wiha domand: ″Bi riya avakirina Meclîsan, da herêm were birêvebirin û hemû pêdiviyên werin peydakirin.″

YIHYA IBRAHIM

Koçberê bi navê Yehya Ibrahîm ê ji bajarê Meskenê ku li bajaroka Mensûra bi cih bûye, got  ku ew dixwazin bajarokê xwe birêxistin bikin, da jiyan jinûve vegere û bal kişand ser girîngiya avakirina Meclîsa bajarokê ji bo rêvebirina bajêr û rêvebirina kar û barên koçberan.

 

ÇAVKANÎ:HAWAR

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …