YPG nasnameya şervanên li Reqa û Efrînê şehîd bûne eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Raghandina YPG`ê nasnameya şervanên ku li hemleya Reqayê şehîd bûne û yek şervan jî ku di topbarankirina artêşa Tirkiyê li ser Efrînê şehîd bûye, eşkere kir.

Navenda Raghandina YPG`ê nasnameya şervanên ku li hemleya rizgarkirina Reqayê û li kantona Efrînê ya Herêma Fedral a Efrînê şehîd bûne bi riya daxuyaniyeke nivîskî eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

ʺCenga Mezin” a Pêngava Rizgarkirina Reqqayê bi pêşveçûyîna şervanan ve didome. Li çar aliyên bajarê Reqqayê şer û pevçûnên dijwar di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de diqewime û ji aliyê şervanan ve derbên giran li çeteyan tên dayîn. Her wiha her ku diçe sivîlên ku destê çeteyan da ne û taxên bajêr, cihên stratejîk tên rizgar kirin. Şervanên YPG û YPJ serkeftinên ku tên bidestxistin de erk û berpirsiyartiya ku dikeve ser milên wan bi hemû hêza xwe tevdigerin û têdikoşin.

Di dîroka 3-6’ê Tebaxê de 7 şervanên me dema ku operasyon li ser çeteyên DAIŞ’ê lidarxistin ji bo pêş ve biçin, encama şer û pevçûnan de bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê.

Her wiha rêhevalê me Şahîn Rojhilat di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser navçeya Efrîn Cindirêsê de şehîd ketiye.

Em weke YPG û YPJ hemû şehîdên me yên leheng bi rêzdarî bibîrtînin û soza şopandina têkoşîna wan dikin. Sersaxiyê ji malbatên şehîdan û tevahî gelên me re dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Brusk Hesekê

Nasnav: Brusk Hesekê

Nav û Paşnav: Salim Xelo

Navê Dayikê: Xezala

Navê Bav: Abdulah

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 6 Tebax 2017

Demhat Şedadê

Nasnav: Demhat Şedadê

Nav û Paşnav: Elî Salih Inwan

Navê Dayikê: Şêxa

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 3 Tebax 2017

Doxan Hesekê

Nasnav: Doxan Hesekê

Nav û Paşnav: Macid Hesen

Navê Dayikê: Xalîse

Navê Bav: Yusuf

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 3 Tebax 2017

Goran Şedadê

Nasnav: Goran Şedadê

Nav û Paşnav: Ezîz Xazî Receb

Navê Dayikê: Wehmî

Navê Bav: Xazî

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 4 Tebax 2017

Heyder Şedadê

Nasnav: Heyder Şedadê

Nav û Paşnav: Ebdirehman Mexluf Siltan

Navê Dayikê: Sina

Navê Bav: Mexluf

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 3 Tebax 2017

Hir Hesekê

Nasnav: Hir Hesekê

Nav û Paşnav: Mihemed Ednan Siltan

Navê Dayikê: Suriya

Navê Bav: Ednan

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 3 Tebax 2017

Rubar Hesekê

Nasnav: Rubar Hesekê

Nav û Paşnav: Elî Inadî

Navê Dayikê: Zuheya

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 3 Tebax 2017

Şahîn Rojhilat

Nasnav: Şahîn Rojhilat

Nav û Paşnav: Şêxmûs

Navê Dayikê: Heyat

Navê Bav: Wehîd

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn, Reco

Cih û Dîroka Şehadetê:  Efrîn, Cindirêsê / 7 Tebax 2017

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …