Zarokên Efrînê yên birîndar: Gelo gunehê me çi ye?

EFRÎN – Zarokên gundê Basûta yê girêdayî navçeya Şêrawa ku di encama  topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de birîndar bûn, gotinʺGelo gunehê me çi yeʺ.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku îro gundê Basûta topbaran kirin, di encamê de zarokek şehîd bû û 7 zarokên din din jî ku birîndar bûn.

Zarokên ku birîndar bûne ji ajansa me re axîvin. Henan Kelho ê 11 salî ku di lingê xwe de birîndar bûye, derbarê çawaniya birîndarbûna xwe de ev tişt anî zimanʺMin û hevalên xwe dilîst. Gundê me ji aliyê Tirkiyê ve hate topbarankirin. Dema ez û malbata xwe diçûn jêrzemînê da ku em xwe biparêzin, topek li ber me ket û  di encamê de ez û xwişka xwe birîndar bûn. Ma me çikiriye ku gundê tê topbarankirin. Gelo gunehê me çi ye em têne topbarankirin.ʺ

Cînav Kelho ya  11 salî jî da zanîn ku gundê wê hate topbarankirin û wiha dewamkirinʺDema me dilîst topek li nêzî me ket û ez birîndar bûm.ʺ

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …