QSD: 7 leşkerên Tirk li Reco hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên şer û pevçûnên di navbera şervanan û dagirkeran de yên 24 saetên dawî eşkere kir. Navendê diyar kir ku li Reco 7 leşkerên Tirk hatine kuştin û di encama topbarana dagirkeran de li Basûtê şehîd û birîndarên sivîl derketin.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

Efrîn

Dema ku şandeyên gel ji bajarê Helebê gihîştin bajarê Efrînê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê navenda bajarê Efrînê bi çekên giran topbaran kirin û piraniya topan li taxên Turnidê û Eşrefiyê ketin.

Reco

Artêşa Tirk a dagirker a çeteyên girêdayî wê duh saet di 15:00’an de navenda Reco bi topan armanc girtin û topbarana dagirkeran heta saetên derengiya şevê dom kir.

Li gundê Bilêlka û derdora wê şevê din qada pevçûnan di navbera şervanên me û dagirkeran de bû. Di encama van pevçûnan de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin. Piştre pevçûn berfirehtir bûn û derbasî gundê Hecîka jî bû. Dagirkeran di heman demê de qada pevçûnan topbaran dikir. Topbaran heta saetên derengiya şevê dom kir.

Şera

Şevê din saet di 19:00’an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê Elkê armanc girtin û topbarana dagirkeran heta saetên derengiya şevê dom kir.

Ji şevê din heta dema amadekirina vê raporê tevgera balefirên dagirkeran li aliyê gundê Dêrsiwanê heta Keleha Nebî Horî û li ser gund û bendava Meydankê berdewam bû. Di heman demê de li aliyê Keleha Nebî Horî di navbera şervanên me û dagirkeran de pevçûn rû dan û pevçûn hêjî berdewam in.

Cindirêsê

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê gundên nêzî sînor ên navçeya Cindirêsê bi çekên giran armanc girtin û tevgera balefiran jî bê navber berdewam bû. Di heman demê de di navbera hêzên me û dagirkeran de pevçûnên rû dan û heta dema amadekirina vê raporê li heman deverê pevçûn berdewam in.

Mabeta

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi çekên giran navenda navçeya Mabeta û gundên derdorê armanc girtin.

Şêrewa

Navenda navçeya Şêrewa Basûtê û gundên derdorê bû armanca hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê. Di encamê de şehîd û birîndarên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn çêbûn.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …