EFRÎN – Şervanên YPG/YPJ′ê şevê din li dijî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî li dar xistin. Di heman demê de gelek gundên Efrînê rastî tobparana Artêşa dagirker hatin.
Şevê din şervanên YPG/YPJ′ê li dijî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê du çalakî li dar xistin. çalakiya yekem li derdora gundê Excelê yê herêma Raco û ya duyem jî li derdora gundê Dêwa yê Cindirêsê hatin lidarxistin. Lê encama herdû çalakiyan nehat nasîn.
Di heman demê de Artêşa Tirk a dagirker herêma Racoyê bombebaran kirin û fûze avêtinê.
Ji saetên şevê heta serê sibehê topbarana li ser gundên Kantonê ranewestiya.