EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker top avêtin guvaşxaneya zeytûnan, di encamê de ziyaneke mezin gihîşt guvaşxaneyê.
Şevê din Artêşa Tirk a dagirker navenda herêma Cindirêsê topbaran kirin û guvaşxaneya zeytûnan hedef girtin. Di encamê de ziyaneke mezin gihîşt guvaşxaneyê û bi hezaran tenekeyên zeyta zeytûnan ên gelê herêmê.
Li aliyekî din jî ji ber topbaranê gelek mal û milkên şêniyên herêmê ziyan dîtin.