Yekem care QSDʹê bi hev re dikeve 2 hemleyan

 

NAVENDA NÛÇEYAN –QSDʹê ku niha hemleya rizgarkirina Reqayê dimeşîn in, dest bi hemleya ʺBagira Cizîrêʺ ya ji bo rizgarkirina tiştê ji gundên Cizîrê maye û rojhilatê çemê Firatê ya Dêra Zorê rizgar bikin dan destpêkirin. Bi vê yekê ev yekem care ku du hemleyan di heman demê de dide destpêkirin.QSD-2-HEMLA BE HVDOUR-DERBS-DIKE (2)

Hemleya Bagira Cizîrê bi beşdarbûna 33 hêzên leşkerî yên di bin bane QSDʹê de şer dikin hatiye destpêkirin. Serkêşiya Hemleyê jî Meclîsa Dêrzor a Leşkerî, YPG/YPJʹê dike. Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞʹê ku DYAʹyê serkêşiya wê dike jî piştigriyê dide hemleyê.

Hemleya ku QSDʹê li Dêrzorê da destpêkirin ji 2 baskan hatiye destpêkirin. Baskê yekem ji gundê Ebû Fas û baskê duyemîn jî gundê Ebû Xeşeb ên girêdayî Dêrzorê hatiye destpkirin. Ev herdû gund jî şervanên QSDʹê di 4ʹê sibata 2016ʹan de di encama qonaxa duyemîn a hemleya Xezeba Firatê de  ji çeteyan rizgar kirin.

QSDʹê piştî amadekarî û hevkariya ev salek tê kirin û hevkariya bi rûspiyên hermî û welatiyên herêmê re hate destpêkirin.

https://www.youtube.com/watch?v=4iD8h4V9XjY&t=15s

Ev yekem care ku hêzên QSDʹê 2 hemleyan bi hev re didin meşandin. Hemeleya rizgarkirina Reqayê hîn didome, şervanan dest bi hemleya Bagira Cizîrê kirin. Armanca vê hemleyê ew e ku beşê maya ji xaka Cizîrê, rojhilatê Firatê û tiştê maye ji gundên rojhilatê Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞʹê rizgar bikin.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrzorê Ehmed Ebû Xewla têkildarî hemleyiê got ku ew hemû şêniyên herêmê ne û destnîşan kir ku hemû rûspiyên herêmê jî piştigirya hemeleyê dikin û ev gav pîroz kirin.QSD-2-HEMLA BE HVDOUR-DERBS-DIKE (1)

Ehmed Ebû Xewla di berdewama axaftina xwe de jî got ku DAIŞʹê roj piştî rojê li Reqayê têne şikandin û tekez kir ku hêzên QSDʹê niha rewş baş kontrol kiriye û wiha dom kir: ʺJi ber vê yekê DAIŞʹê li Şedadê û herêmên rojhilat ên gundên Dêrzorê êrîşan pêk tînin da ku murala çeteyên xwe yên li Reqayê xurt bikin. Ev hemleya me jî ji bo em van êrîşênwan bidin rawestinan û heêrmên di bin dagirkiriya wan de rizgar bikin.ʺ

Ebû Xewla destnîşan kir ku hêzên wan amadene ku tevahiya parêzgeha Dêrzorê ji çeteyên DAIŞʹê rizgar bikin û wiha dom kir: ʺHêza me heye ku em hemleyeke din jî bidin destpêkirin. Dema herî guncaw ji bo hemleya Bagira Cizîrê nihaye. Hêzên me amade ne.ʺ

Hemelya Bagera Cizîrê piştî ku hêzên QSDʹê derdora 35 kîlometreyan di aliyê Ebû Fas ber bi Dêrzorê ve û ji aliyê Ebû Xeşeb jî 25 kîlometreyan ber bi Dêrzorê ve pêş ve çûn hate destpêkirin.

Hêzên QSDʹê vê carê jî wekî her car ekîbên taybet ên rizgarkirina sivîlan amade kirine, Ev ekîp dê sivîlan rizgar bikin û bigîhînin herêmên bi ewle.

Fermandarê Melcîsa Leşkerî ya Dêrzorê Ehmed Ebû Xewla bang li hemû sivîlên di herêmê de kir ku dûrî navendên DAIŞʹê bikevin û berê xwe bidin kerîdorên bi ewle ku hêzên QSDʹê vedikin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …