????????????????????????????????????

Xelîl: Teqîna Reyhanli û Kîlîs karê MÎT`a Tirk e

NAVENDA NÛÇEYAN – Rêdûr Xelîl  got ku teqîn û êrîşên ku li Kîlîsê, Reyhanlî û bajarên din ên Tirkiyê bi destê MÎT`ê çêdibin, ango lîstoka dewleta Tirk a dagirker e.

Berpirsê Têkîliyên Giştî yê QSD`ê Rêdûr Xelîl derbarê îdîa û gotegotên dezgehên çapemeniyê yên AKP`ê ku dibêjinʺQSD`ê ji Bakurê Surî Kilîsê topbaran dikeʺ daxuyaniyek belavkir û got ku wan tu caran ew bajarên ku behsa wan tê kirin top baran nekirine û wê nekin jî.

Xelîl da zanîn ku teqîn û êrîşên ku li bajarê Kîlîsê û bajarên din ên Tirkiyê bi destê MÎT`ê tê çêkirin, ango lîstoka deweleta Tirk a dagirker e.

Xelîl da zanîn ku dewleta Tirk teqînên ku li bajarê Kîlîsê û bajarên din çêdibin wekî buhaneyekê  bi kar tîne, da ku êrîşa xwe li ser Efrînê rewa bike û xwe bide nîşandan ku parastina miletê xwe dike û wiha pê de çûʺDewleta Tirk bi vê lîstoka xwe dixwaze ji dunyayê re nîşan bide ku QSD`ê ji Efrînê êrîşe Tirkiyê dike û Tirkiyê jî parastina xwe dike.ʺ

Xelîl tekez kir ku îdîayên dewleta Tirk ne rastin û divê her kes vê yekê baş zanibe.

Rêdûr Xelîl anî ziman ku armanca sereke ya dewleta Tirk ji van lîstokan  axa Sûriyê û taybet bajarê Efrînê dagir bike.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …