YPJ: Em ê soz didin ku em ê tola hevalên xwe yên şehîd rakin

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Gitşî ya YPJ’ê derbarê bûyera êşkenceya cenazeyên şervanan ku li Efrînê pêk hat careke din isbat dike ku Artêşa Tirk bi cewherê xwe ji Qaîda ne cûdaye . Fermandariyê soz da ku ew ê tola şehîdên xwe rabike.

Daxuyanî wihaye:

“Civaka gitş bi bê dengî û xemgînî, dîmenên hovane ku Artêşa tirk û teroristên Qaîda yên girdayî wan êşkenca cenazeyê şervana me ku di ber parstina Efrînê ji dagirkerên Tirk/komên Qaîda de şehîd bû, şopandin.

Eniya şer a navçeya Bilbilê xeta gerim a şerê di navbera şervanên me êrîşkarên dagirker ên Tirk bû. Di encama şerê giran de ku li herêmê rû da 2 şervanên me yên YPJ’ê piştî berxwedaneke bê hempa nîşan dan, gihiştin asta şehadetê. Cenazeyên 2 şervanên me ketin destê dagirkeran. Kiriyarên li dijî nirxên mirovahiyê pêk anîn û cenazeyên hevalên me êşkence kirin. Ev kiryarên wan nasnameya wan û asta hovîtî û kina wan a li dijî jinan de nîşan dide.

Tiştî leşkerên Arêtşa Tirk û komên Qaîda pêk anîn ji êşkenceya cenazeyên şervanên me, careke din isbat dike ku Artêaş Tirk bi cewherê xwe de ne dûrî rêxistina Qaîdaye û hevkarên wan ê fermîye.  Asta bê exlaqiya vê Artêşê û hevkarên wê nîşan dide. Tu têkiliya wan bi nirxên insaniyê û olên ezmanî ve nine.

Ev dîmenê hovane ku hate weşandin, careke din nasnameya dagirkerên terorist ya êrîşî Efrînê dikin, nîşan dide. Dewleta Tirk bûye sponserê teroristan li tevahiya cîhanê.

Şervanên me yên qehreman, ku di qadên berxwedanê evsaneyên qehremaniyê û fedekariyê li ser riya Arîn Mîran û Avesta Xabûr nîşan didin, careke din soza xwe ya şopandina riya şehîdan dubare dikin. Em soz didin ku em ê şopdarên riya şehîdên xwe bin û ji bo pêkanîna xewnên wan ên ji  serkeftinê û têkbirina teroristan tekoşîna xwe bidomînin. Em ê hemû êrîşkarên xayîn paşde vegerînin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …