Tirkiye bi ‘komkujiyan’ hewl dide têkçûna xwe veşêre

NAVENDA NÛÇEYAN – Civaka navnetewî û bi taybet rêxistin û saziyên mafên mirovan hêjî li hemberî komkujiyên artêşa dagirker a Tirkiyeyê li dijî Efrînê bêdeng in. Êdî artêşa Tirk rojane di êrîşên xwe de komkujiyeke nû li dijî welatiyên sivîl ên gundên Efrînê pêk tîne û di encamê de bi dehan welatiyên sivîl bûn qurbaniyên van komkujiyan.

Berxwedana serdemê ya Efrînê di roja xwe ya 10’emîn de li dijî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê berdewam dike. Çapemeniya girêdayî hikûmeta AKP’ê eşkere kir ku artêşa wan welatiyên sivîl armanc dike. Nûçegihanê kanala “TRT Habar” eşkere bêyî ku nirxên mirovahiyê û pîvanên navnetewî di ber çavan re bigirin got ku artêşa wan ji bo rê li pêşiya pêşveçûna xwe vebike gundên sivîlan bombebaran û topbaran dike û bi vê yekê li xwe mukur tên ku  hovîtiya artêşa Tirk bi taybet li dijî welatiyên sivîl e.

Di van deh rojên êrîşa hovane ya artêşa berberî ya Tirkiyeyê li dijî ax û welatiyên Efrînê de, çeteyên Tirkiyeyê nikarin eniyên şer derbas bikin û axa Efrînê û Şehba dagir bikin. Artêşa Tirk ji bo vê têkçûna xwe veşêre bi dehan komkujî li dijî welatiyên sivîl ên herêma Efrînê û koçberan pêk anîn û di êrîşên xwe de çekên pêşketî yên NATO’yê bikar tîne.

Komkujiyên ku artêşa Tirk li dijî welatiyan pêk anîne bi wêne û dîmen hatine belgekirin ku di encamê de bêtirî 50 welatiyên sivîl bûne qurbanî û bêtirî 137 welatiyan din jî birîndar bûne û piraniya wan jin û zarok in. Her wiha di encama hovîtiya artêşa dagirker de gelek malên welatiyên sivîl hatine hilweşandin.

Komkujiyên êrîşa dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê yên DAIŞ û El-Nusra di van deh rojan de:

Balefirên artêşa dagirker a Tirkiyeyê di roja êrîşa xwe ya yekemîn de bêtirî 100 êrîşan bi 72 balefiran li dijî gundên Efrînê pêk anîn. Di encamê de komkujî li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê û 15 gundên navçeyên Şera, Şêrewa û Reco pêk hatin.

Qurban: 15 birîndar û zarokekî koçber şehîd bûn

21’ê Çileya 2018’an komkujiya gundê Cilbirê ya navçeya Şêrewa:

11 şehîd û 26 birîndar û ji wan 6 zarok in.

Topbaran û bombebarana balefiran li ser gundên Reco û Cindirêsê

Cenazeyê zarokekî piştî rojekê di bin bermahiyên hilweşandî de ma hate derxistin.

Welatiyekî sivîl ji aliyê sekvanekî Tirkiyeyê ve li gundê Edema yê Recoyê şehîd bû.

Rojnamevanek şehîd bû û du rojnamevanên Kanala Ronahî TV birîndar bûn.

5 welatiyên sivîl şehîd bûn û 15 sivîlên din birîndar bûn û di nava wan de 5 zarok hebûn.

23‘ê Çile 2018 komkujiya gundên Misriyê û Dêrbelûtê:

Du jin û du zarok şehîd bûn.

10 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Balefiran navenda belavkirina ava vexwarinê ya bendava Meydankê bombebaran kir.

24‘ê Çile 2018 komkujiya navenda Reco:

Ji heman malbatê welatiyekî sivîl şehîd û du kesên din birîndar bûn. Her wiha gelek malên welatiyan hatin hilweşandin

26‘ê Çile 2018 komkujiya Mabeta:

Malbateke koçber ya ji Idlibê ku ji 6 kesan pêk tê hemû şehîd bûn.

Ciwanekî Ermenî şehîd bû û du kesên din ji heman malbatê birîndar bûn.

28’ê Çile 2018 komkujiya gundê Gobelê ya navçeya Şêrewa:

8 welatiyên sivîl şehîd bûn û 7 welatiyên din jî bi giranî birîndar bûn. Li heman deverê lêgerîn berdewam e da ku cenazeyên 10 kesên din ku di bin bermahiya hilweşandî de bêne derxistin.

Balefirên artêşa dagirker a Tirkiyeyê hêjî êrîşên xwe li dijî welatiyên sivîl berdewam dikin. Gelek çavkaniyan ragihandin ku artêşa Tirk “Napalm” ku dewlên navnetewî qedexe kiriye bikar tîne.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …