EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê mizgefta Selahdîn Eyûbî ya navçeya Cindirêsê bi topan hedef girt. Di encamê de beşekî mezin ji mizgeftê hat rûxandin û quran di bin kavilan de man.
Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên li dijî herêma Efrînê de, malên sivîlan, pîrozgeh, mizgeft û cihên dîrokî hedef digire. Yek ji van cihan mizgefta Selahedîn Eyûbî ya dikeve navçeya Cindirêsê ku sala 1961′ê hatiye avakirin û wek mezintirîn mizgeftên Kantona Efrînê tê nasîn e.
Nûçegihana me derbarê mizgeftê de raporek amade kir.