Tevlîbûna ciwanên Dêrazorê di nava refên QSD`ê roj bi roj zêde dibe

QAMIŞLO – Li Akademiya Ş.Mîtan a Leşkerî ya li navçeya Til Hemîsê, dewreya perwerdeyê ya Ş.Rêzan  bi tevlîbûna 81 ciwanên Dêrazorê hate destpêkirin.

Merasîma destpêkirina perwerdeyê ku li Akademiya Şehîd Mîtan a girêdayî QSD`ê hate lidarxistin, gelek fermandar û şervanên QSDꞌê beşdarî merasîmê bûn.

Marasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên nû ve hate destpêkirin. Paşê, ji fermandarên Akademiya Ş.Mîtan Rohat Ciwan axivî û gotʺEm vekirina dewreya nû li hemû gelê Sûriyê pîroz dikin”.

Rojhat Ciwan di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotʺEm ê bi berxwedana QSDꞌê ji hemû cîhanê re tekez bikin ku em dikarin herêmên xwe bi rêve bibin û biparêzin.ʺ

Tê zanîn ku şervanên nû dê dersên bîrdozî û leşkerî bibînin. Îro şervanan dersa giringiya perwerdeyê standin.

Perwerdeyê dê 20 rojan dewam bike.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …