QSD′ê bîlançoya 24 saetên dawî yên şerê Efrînê diyar kir

NAVENDA NÛÇEYAN – QSD′ê bîlançoya 24 saetên dawî yên şerê ku di navbera şervanên QSD′ê û Artêşa dagirker de rû da, diyar kir.

Navenda Ragihandina QSD′ê bîlonço bi daxuyaniyekê ragihand.

Daxuyanî wiha ye:

Bajarê Efrînê

Duh heta saetên derengiya şevê bajarê Efrînê ji aliyê Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên El-Nusra, DAIŞ û El-Qayîde ve rastî topbaraneke hovane dihat. Di encamê de gelek sivîl birîndar bûn (di nav de zarok hebûn), her wiha ziyaneke mezin gihîşt mal û milkên welatiyan.

Ji şevê din ve balafirên keşfê yên dewleta Tirk li asîmanê bajarê Efrînê û gundewarên wê digerin.

Şêrawa

Duh Qiwat Şebiye yên girêdayî Artêşa Sûriyê a derbasî Kantona Efrînê bûn da sînorê Efrînê li hember êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê biparêzin. Bi vê yekê re hewext Artêşa  Tirk bi çekên giran êrîşî bajaroka Dêl Cemal û gundê Ziyara yê Êzidî kirin.

Hat gotin ku di encamê de gelek sivîl birîndar bûn, du şervanên Yekîneyên Gelêrî şehîd bûn û 5 şervan jî birîndar bûn.

Mabeta

Duh piştî saetên nîvroj, Artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên giran navçeya Mabeta topbaran kirin. Di encamê de ziyan gihîşt malên sivîlan.

Cindirês

Duh piştî nîvroj, herêm rastî êrîşa bi top û balafiran hat. Di encamê de dibistana amadeyî ya herêmê hat rûxandin.

Îro saet di 07.00′ê sibehê de jî balafirên Tirk herêm bombebaran kirin. Her wiha Artêşa dagirker top avêtin navenda Cindirêsê gundê Tilsilorê.

Li derdora gundê Tilsilorê şer jî şerekî dijwar rû dide û êrîşên Artêşa dagirker rastî berxwedaneke bêhempa ya şervanên QSD′ê tê.

Şera

Îro ji saetên sibehê ve navçeya Şera rastî topbaran û bombebarana Artêşa Tirk a dagirker tê û li derdora gundê Erebwêranê jî şerekî dijwar di navbera şervanên QSD′ê û Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de rû dide.

Ji duh ve li eniya gundê Sarîncekê şer didome. Di vî şerî de şervanên me du erebeyên leşkerî yên dagikeran bi temamî rûxandin û leşker û çeteyên tê de hatin kuştin.

Bilbilê

 

Li gundên Uga, Qestelê Xidiriya û Baxça şerekî giran di navbera şervanên QSD′ê û Artêşa dagirker rû dide. Li aliyekî din Artêşa dagirker bi top û balafiran êrîşî navçeyê dike.

Raco

Hêzên me li dijî Artêşa dagirker û çeteyên wê yên li derdora girê Bilêlka bi cih dibin, çalakî pêk anîn. Di encamê de 12 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin.

Şiyê

Duh balafirên Tirk gundewarên navçeyê bombebaran kirin. Di encamê de şervanên me bandor bûn û guman heye ku di êrîşan de çekên ku cureya wan nehat nasîn, hatin bikaranîn.″

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …