Têkoşer Şîlan dibistana jiyanê bû’

Iro salvegera 13 e mîn ya şehadeta Endama Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) têkoşer Şîlan Baqî (Meysa Baqî) û rêhevalên wê Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl e ku di komployeke hevbeş a herdu rêjîmên Sûriye û Tirkiyeyê de di 29’ê Mijdara 2004’an de li bajarê Mûsilê dema ku peywira xwe li ser sînorê di navbera Îraq û Sûriyeyê de pêk dianîn, hatin şehîd xistin.

têkoşer Şîlan dibistaneke jiyanê bû û her dem di got “Ez şoreşger im, eger ez bi çavên xwe mirinê bibînim ez jê narevim, ji ber ku ez ji bo gelê xwe têdikoşim û ti carî ez gava xwe paşve navêjim.”

“Têkoşer Şîlan bi riya têkoşîna xwe hewl dida serkeftina nasnameya jinan pêk bîne û armanca wê ya jiyanê azadiya jinan bû.”

Rihê têkoşer Şîlan û rêhevalên wê hêjî zindî ye ji ber ku wan bi xwîna xwe çirûska serhildana gelê Kurd vêxistin. Bi saya têkoşîna şehîd Şîlan û rêhevalên wê riya têkoşînê dê were domandin û bê guman serkeftin para gelê me ye.

 

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …