Cenazeyên 4 şehîdan li Tebqayê hatin oxirkirin

 TEBQA – Mezara Şehîdan a Tebqayê cenazeyê 4 şehîdên QSD’ê wergirtin û nasnameya şehîdekî din hate eşkerekirin.

TEPQA-MERASIMA-SEIHDA (5)

Welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyên şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) “Axîd El-Selmo binasnav (Axîd Reqa), Ebdilbasêt Îbrahîm binasnav (Mîrandî), Mehmûd El-Îsa binasnav (Mehmûd Reqa) û Safî Ceefer binasnav (Safî Reqa)” li Mezara Şehîdan a Tebqayê bi merasîmeke bi heybet oxir kirin. Di merasîmê de her wiha nasnameyê şehîd Mihemed El-Ehmed binasnav (Mihemed Reqa) hate eşkerekirin ku di hemleya qaqijkirina mayînên ku çeteyan li pey xwe hiştine de li bajarê Reqa şehîd ketibûn.

Bi sedan welatiyên bajarê Tebqa û gundewarê wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî li ber deriyê başûrê bendava Feratê kom bûn û cenazeyên şehîdan ku ji kantona Kobanê dihatin pêşwazî kirin ku piştî nîvroj li ber êvarê gihîştin bajarê Tebqayê.

Piştî ku welatiyan cenazeyên şehîdan wergirtin, cenaze li ser milên xwe kirin û ber bi qada Mezara Şehîdan ve meşiyan. Li vir merasîmek hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û tûrneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG’ê, YPJ’ê û QSD’ê ve dest pê kir.

IBTSIAM IBRAHIM

Paşê Endama Rêveberiya Komîteya Karûbarên Şehîdan Ibtîsam El-Îbrahîm axivî û di destpêkê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û behsa lehengiya şehîdan û rola wan di azadiya gelan de kir.

MIHEMED ELI

Di merasîmê de her wiha Hevserokê Desteya Parastinê yê Tebqayê Mihemed Elî Xalid axivî û wiha got: “axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, dê bi cane xwe biparêzin, ji ber ku bihnxweşiya xwîna şehîdan ji her bosteke welat tê.”

TEPQA-MERASIMA-SEIHDA (4)

Axaftina dawî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Tebqayê Rewşen Hemê ve bû û têde sersazî ji malbatên şehîdan xwest û behsa rola şehîdan di rizgarkirinê û parastina gel de kir.

Di dawiya merasîmê de belgenameyên şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Paşê jî cenazeyên şehîdan di nava tilîliyên dayîkan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …