Şevê din rewşa şerê Efrînê çawa bû?

EFRÎN – Şevê din li gelek eniyên Kantona Efrînê di navbera şervanên QSD′ê û Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şer derket. Her wiha artêşa dagirker û çeteyên wê bi top û balafiran êrîşî gelek gundên Kantonê kirin.

Şera

Şevê din li derdora gundê Dîkmadaşê di navbera şervanên QSD′ê û Artêşa dagirker de şer derket. Gundê Çema jî rastî topbarana Artêşa dagirker û çeteyên wê hat.

Car caran li gundên Diraqliya û Carincekê jî şer derdiket û çekên giran tê de dihatin bikaranîn.

Cindirêsê

Ji şevê din ve heta serê sibehê topbarana dagirkeran li ser herêmê û derdora gundê Dêwa û Tilslorê dom kir.

Li derdora gundê Axcelê jî şervanên QSD′ê li dijî Artêşa dagirker û çeteyên wê çalakiyek pêk anîn, lê heta niha encama wê nediyar e. Li herêmê şer heye.

Bilbilê

Li navçeya Bilbilê jî şev din balafirên şer derdora gundê şexorzê bombebaran kirin û top avêtin serenserî xeta sînor.

Raco

Şevê din herêm rastî topbarana Artêşa dagirker û çeteyên wê hat.

Bajarê Efrînê

Şevê din derdora saet 23.00′an de bajar ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hat topbarankirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …