YPG′ê nasnameyên 3 cangoriyên Efrîn û Dêrazorê eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – YPG′ê nasnameyên 3 şervanên xwe yên ku Berxwedana Efrînê û Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, eşkere kir.

Navenda Ragihandina YPG′ê nasnameyên cangoriyan bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

″Li hemberî êrişên qirkirin û dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên ku di bin fermandariya wî de ne, ên li dijî Kantona Efrînê berxwedaniyeke dîrokî tê pêşxistin. Ji şervanên me yên enternasyonalîst rêheval Kendal Breizh û Baran Galîcîa ku li eniya herî pêş yê vê berxwedaniyê cih digirtin,  di dîroka 10ê Sibatê de li eniya Cindirêsê di encama şerekî singesing ya ku bi dagirkeran re hat jiyankirin de gihiştin asta şehadetê.

Rêhevalên me Baran û Kendal, di serdemeke ku nirxên şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Suriyê yên ku gelan bi xwîn û keda xwe afirandine rastî êrişên hêzên dagirker-paşverû û qirker tên de, bi gelan re mil bi mil tevlî eniya berxwedanê bûn, şoreş û destkeftiyan bi bûhayê canê xwe parastin. Ev rêhevalên me yên ku bûne parçeyek ji vê berxwedaniya bi heybet ya ku têkoşîna me li ser navê rûmeta mirovahiyê li Rojhilatanavîn daye destpêkirin, karine bibin sembolên ruhê şoreşgerî yê enternasyonalîst û têkoşîna demokrasiyê yê Rojhilatanavîn. Rêhevalên me Baran û Kendal yên ku bi hezaran kîlometre ji dûr, ji Fransa û Îspanya bi rê ketin û li Rojava tevlî têkoşîna li dijî hovîtiya DAÎŞê bûn, bi berdewamkirina têkoşîna xwe ya heya kêliya jiyana xwe ya dawî ve biryardariya xwe ya têkoşînê û girêdana xwe ya bi nirxên sosyalîst yên gerdûnî ve îspat kirine.

Rêhevalê me Kendal ji Fransa û rêhevalê me Baran jî ji Îspanyayê hatine Kurdistanê û di havîna 2017an de cihê xwe yê di refên Yekîneyên Parastina gel (YPG) de girtine, di vê wexta di nav têkoşînê de bûn de, di şerê ku li dijî paşverûtiya DAÎŞê dihat meşandin de rolekî çalak leystin. Di rizgarkirina Reqqa û Dêyrezor de ku ji navendên girîng yên DAÎŞê bûn kedekî mezin yê van her du rêhevalên me çêbûye, di wî şerê ku bi mehan ajot de bê navber cih girtin. Di dîroka 20ê Çilê de, bi destpêkirina êrişên artêşa dagirker a Tirk û komên terorîst yên selefî-cîhadî ku piraniya xwe ji El Nusra û DAÎŞê pêk tên yên li ser Kantona Efrînê re, li ser pêşniyarên xwe bi gelek hevalên xwe yên enternasyonalîst re hatine vê herêmê û bûne parçeyek ji têkoşîna mirovatiyê ya ku li Efrînê li dijî êrişên qirker-dagirker têye meşandin. Rêhevalên me Baran û Kendal, wekî ku li Reqqa û Dêyrezorê li dijî DAÎŞê li ber xwe dan, li Efrînê jî li dijî van komên terorîst yên ku bi DAÎŞê re heman teqtîk û zihniyetî parve dikin re berxwedanî kirin. Li dijî DAÎŞê ku yek ji tehdîdên herî mezin yê li dijî mirovahiyê pêş ket û li dijî selefîzm û hevparê wî yê fikrî El Kaîde yê ku piştevaniya wî AKP dike, li Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Suriyê tevlî têkoşînê bûyîn û esas girtina Paradîgmaya Civaka Demokratîk û Azadîxwaziya Jin ya ku bûye tekane hêviya li Rojhilatanavîn ya mirovahiya pêşverû ku di wateya rasteqîn de rêgeza herî bingehîn ya sosyalîzmê a gerdûnî ye, ji aliyê van rêhevalên me ve bi awayekî herî baş hatiye destnîşankirin. Rêgeza me ya ‘’Fêmkirin pêkanîn e‘’ a ku di bingeha feraseta me ya têkoşînê û felsefeya me ya jiyanê de cih digire, di sekna jiyana van rêhevalê me de bi awayekî şênber îfada xwe dîtiye. Wana tiştê ku fêm kirin bi helwesta xwe ya ku li benda pêkanîna henekên din nehêle ve bi berpirsiyartiya ruhê şoreşger ya enternasyonalîst ve bi awayekî herî berbiçav girtin ser milên xwe.

Herwiha rêhevalê me Baran Sason ku ji Holanda ye, di şerê li hemberî DAIŞ ya li herêma Dêrezorê şehîd ket.

Wekî taybetmendiyeke karakterîstîk ya dîroka têkoşîna me û pêwistiya girêdana bi keda rêhevalên xwe ve, heya em tarîtiya El Kaîde ya ji aliyê Tirkiyê û DAÎŞê ve pişgirî dibîne li vê erdnîgariyê bi temamî bifetisînin em soz didin ku şerê hevalên xwe Kendal û Baran berdewam bikin û wekî hinceta têkoşîna xwe ji xwe re esas bigirin. Em di şexsê rêheval Kendal û Baran de hemû şehîdên têkoşîna xwe yên enternasyonalîst caerkî din bi şikran û mînnet bi bîr tînin; em ji malbatên şehîdên xwe, hezkiriyên wan û hemû mirovahiya pêşverû re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Baran Sason

Nasnav: Baran Galicia

Navê Rast: Samuel Prada Leon

Cihê ji Dayîkbûnê: Ourense, 1993

Cîh û Dîroka Şehadetê: 10 Sibatê 2018, Efrîn

Kendal Breizh

Nasnav: Kendal Breizh

Navê Rast: Olivier François Jean Le Clainche

Cihê ji Dayîkbûnê: Malestroit, 1977

Cîh û Dîroka Şehadetê: 10 Sibatê 2018, Efrîn

Baran Galicia

Nasnav: Baran Sason

Navê Rast: Sjoerd Heeger

Cihê ji Dayîkbûnê: Netherland, 1993

Cîh û Dîroka Şehadetê: 12 Sibatê 2018, Dêrezor″

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …