Şevê din li Efrînê çi bûyer qewimîn?

EFRÎN – Balafirên Artêşa Tirk a dagirker şevê din saet di 23.00′an de navenda Kantona Efrînê, tevî navçe û gundên wê bombebaran kirin. Di encamê de du sivîl şehîd û du sivîl birîndar bûn.

Piştî ku bombebarana Artêşa Tirk a dagirker a li ser Kantona Efrînê 3 rojan rawestiya, şevê di saet di 23.00′an careke navenda Kantonê tevhî hemû navçe û gundên wê bombebaran kirin û sivîl hedef girtin.

Şevê din saet derdora 18.00′an gundê Aşka û gelek navçeyên herêma Cindirêsê rastî topbaraneke dijwar a Artêşa dagirker û çeteyên wê hat. Saet di 22.00′an de taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê rastî bombebarana Artêşa Tirk a dagirker hat.

Di encama topbaran û bomebaranê de, şehîd û birîndarên sivîl hebûn. Bi destpêkirina êrîşan re, kadroyên tenduristiyê yekser berê xwe dan herêmên rastî top û balafirên Tirk hatin û destek dan sivîlan.

Bombebaranê heta saet 00.05′an, topbaranê jî heta saet 01.00′ê dom kirin.

Li gorî çavkanıyên ji cihê bûyerê girtine, di encama êrîşan de jina bi navê Emîne Şahîn û mêrê bi navê Ebdulqadir Osman (70) şehîd bûn, jina bi navê Xedîce Ebdulmenan (60) û Sedîqa Mihemed jî birîndar bûn.

Kadroyên tenduristiyê şehîd û birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr. Herdû birîndar li nexweşxaneyê têne dermankirin.

Artêşa Tirk a dagirker û bermahiyên El-Qayîde, DAIŞ û El-Nusra ji 20′ê Çile ve dest bi êrîşên li ser herêma Efrînê kirin. Di encamê de zêdeyî 150 şehîd û zêdeyî 300 sivîl jî birîndar bûn.

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …