Li gundên Hec Bilêl şer giran e, balafir bombebaran dikin  

 EFRÎN – Li gundên Hec Bilêl û derdora Çeqela Jorîn û gundê Erendê yên navçeya Şiyê di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerên giran rû didin.

Di heman demê de, balafirên artêşa Tirk a dagirker gundên navborî bombebaran dikin.

Her wiha balafirên şer gundê Şerqiya yê Bilbilê jî bombebaran kir.

Di van kêliyan de, balafirên şer û yên keşfê yên artêşa dagirker li ser navenda navçeya Şiyê û  herêma Cindirêsê digerin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …