Şevê din 59 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN – Şevê din şervanên QSD′ê li gelek eniyên Efrînê li dijî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî li dar xistin, di encamê de 59 çete hatin kuştin.

Eniha Şera: Şervanên QSD’ê li dijî leşkerên Tirk û çeteyên wê ku li nuqteyek ya gundê Alaqina ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de 10 leşker û çete hatin kuştin.

Her wiha li gundê Dîkmadaşê jî di navbera şervanên QSD′ê û Artêşa Tirk a dagirker de şer derket. Di encamê de 35 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin.

Eniya Raco: Şervanên QSD’ê, li gundê Şediye yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê, atêşa Tirk û çeteyên wê xistin kemînê.

Di çalekiya kemînê ya şervanên QSD’ê ya li hemberî artêşa Tirk û çeteyên wê de 9 leşker û çete hatin kuştin.

Her wiha li tepeyê Qestelê jî 5 kuştî û gelek birîndarên leşkerên Tirk û çeteyên wê hebûn.

Eniha Bilbilê: Li navçeya Bilbilê ya Efrînê jî şervanên QSD′ê wesayiteke bi tîpa BMB a Artêşa Tirk a dagirker teqandin. Li gundê Şêxorzê jî di navbera şervanan û Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerê dijwar qewimî.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …