Şervanên QSD: Berxwedana Serdemê wê tekez bi ser bikeve

 

ŞEHBA – Şervanên QSD‘ê yên li eniyên şer li dijî dagirkeriyê şer dikin, diyar kirin ku çawa Kobanê bi serket wê Berxwedana Serdemê jî bi serkeve.

Şervanên QSD‘ê yên li eniyên parastinê yên Şebayê derbarê êrîşên Artêşa Tirk a dagirker ji ajansa me re axivîn.

CEWAHIR BAKUR

Cewher Bakur, “Armanca Tirkiyê tunekirina gelê Kurd ê li Bakurê Sûriyê ye. Erdogan baş dizane ku kurd gelekî berxwedêr e, çi bike jî nikare vîna kurdan têk bibe. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê serûber sivîlan hedef dikin û li dijî şervanên QSD‘ê çekên giran bi kar tîne, lê em ê ji wan re nahêlin û wan bişkînin.”

DILGES CUDI

Dilgeş Cûdî, “Hêzên me li Bakurê Sûriyê şerê li dijî DAIŞ‘ê kir. Li Kobanê em bi serketin û li Efrînê jî em ê bi serkevin. Bi cenazeyê me be jî Tirkiyê derbasî herêmê nabe. Ji parastinê re em amade ne.”

ROJVIN DERIK

Rojvan Dêrik, “Êrîşên Tirkiyê ne tenê Kurdan, hemû gelê Bakurê Sûriyê hedef digire, ji ber vê yekê erka me ye em gelê Efrînê ji hemû pêhateyên wê biparêzin. Berxwedana Efrînê li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker wê têk biçin.”

HESEN EFRIN

Hesen Efrîn, “Em li eniyên pêş ên parastinê ne da ku gelê Efrîn û Şehbayê ji êrîşên çeteyên arêtşa dagirker biparêzin. Her zeytûneke wê li hemberî dagirkeran wê bibe gule.”

EGID MUSTEFA

Egîd Mustefa, “Gelê Efrînê li eniyên pêş li kêleka şervanan e. Dijmin derbasî Efrîn nabe, ji ber ku ev xak bi xwîna şehîdan hatiye avdan, berxwedana Efrînê tekez wê bi serkeve.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …