Şervanên YPJ‘ê di Pêngava Bagera Cizîrê de ya bi armanca rizgarkirina bajaroka Dişîşa û ewlekariya sînorê Iraq û Sûriyê di eniyên pêş de li hemberî terora herî xeternak di cîhanê cih girtine.
Hejmareke şervanên YPJ‘ê yên ku nû tevlî refên YPJ‘ê bûne armanca tevlîbûna xwe ya Pêngava Bagera Cizîrê de ji me re anîn ziman û gotin ku ew ji bo zadkirina jinan çeteyên DAIŞ‘ê şer bikim.
Zeyneb Dêrik: Ev cara yekemîn ez tevlî şerê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê dibim. Wekî jineke ciwan ji Dêrazorê ez ê mîsyona xwe ya rizgarkirina welatê xwe û jinên Ereb ji zulma DAIŞ‘ê ya bi salan pêk bînin, ez ê li hemberî zihniyeta ku jin tenê karê malê dike û zincîrên kolekirina jinan bisekinim.”
Viyan Dêrazor: Ez beşdarî Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bajaroka Dişîşa bûne û ez ê beşdarî pêngavên li pey wê jî bibim, wekî ku ez azad bûme, ez ê jinên bindest jî rizgar bikim, da ku mafên xwe bidest bixin.”