`Ji bo ez gel biparêzim ez tevlî QSD`ê bûm`

Şervanê QSD`ê Şoreş Iraqî anî ziman ku ew ji bo rizgarkirina gelê bindest ji çeteyên DAIŞ`ê tevlî QSD`ê bûye.

Mahir El-Ewad (Şoreş Iraqî) ji bajarê Mûsilê yê Iraqê ye, berî salekê tevlî nava refên QSD`ê bûye û niha li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer dike. Temenê wî 20 û ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê ev bûye du sal ku ew û malbata xwe ji Iraqê derbasî Sûriyê bûne. Niha malbata wî li bajaroka Holê ya girêdayî Heseke dimînê.

Şoreş Iraqî jî li gel şervanên QSD`ê yên dîtir niha ciyê xwe di hemleya Bagera Cizîrê ya rizgarkirina sînorên Sûrî, Iraq û bajaroka Deşîşe ya stratejîk digre.

Di hevdîtina Şoreş Iraqî  got ew ji bo dawî li zaliman bîne û pişta bindestan bigre û wan ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bike, tevlî QSD`ê bûye û niha jî ciyê xwe di hemleya Bagera Cizîrê de digre.

Şoreş Iraqî di dawiya gotinên xwe de anî ziman ku ew weke Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo rizgarkirina gelên bindest ew şer dikin û ji bo parastina wan ew her tim amade ne ku berê xwe bidin her devere.

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …