Şervana YPJ`ê tekez kir ku hemleya wan li hember çeteyan didome

Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) a ku tevl li hemleya rizgarkirina bajarokê El-Deşîşa bûye Doza Jiyan tekez kir ku hemleya wan li hemberî çeteyên DAIŞ`ê didome. Jiyan diyar kir ku kêfxweşî û serkeftina mezin ew e ku şêniyan ji çeteyan rizgar dikin.

Doza Jiyan got ku Hemleya Bagera Cizîrê ji bo rizgarkirina bajarokê El-Deşîşa dest pê kir û da ku ewlehiya sînorê Iraqê were peydakirin û diyar kir ku bajarokê El-Deşîşa ku navenda çeteyan DAIŞ`ê bû hate rizgarkirin û ji wê derê êrîş li ser Rojava pêk dianîn.

Jiyan di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Şêniyên bajarok bê hêvî mabûn û digotin ku ew ji çeteyan nayên rizgarkirin. Lê dema ku em derbasî bajarok bûn û me bajarok rizgar kir ji nû ve ken li rûyên wan vegeriya û kêfxweşiya xwe diyar kirin. Ji ber vê yekê em morala xwe ji gelê xwe digirin.”

Li ser pêşketinên hemleya bajarok Doza Jiyan got ku ew ji duh ve bi çeteyên DAIŞ`ê re şer dikin û wiha pê de çû: “Me ji gundê Xirbet El-Şiêrat ku 2 km ji bajarokê El-Deşîşa dûr e, dest pê kir. Ji ber ku çeteyan gelek mayîn danîbûn her wiha erebe û motorsîklet jî mayîn kiribûn, ji ber wê hindê pêşketina me asteng dibû. Lê tevî hemû zehmetiyan jî me hemû êrîşên wan têk birin û me bajarokê El-Deşîşa ji çeteyan rizgar kir.”

Jiyan tekez kir ku hindek hucreyên çeteyan nêzî bajarok hene lê ew ê heta dawiyê û heta ku tevahiya herêmê ji wan rizgar bikin şer bikin û li ber xwe bidin û wiha got: “Tişta ku herî zêde kêfa mirov tîne ew e ku zarok ji zilmê xilas bûn û ya herî balkêş ku jin ji hemû zehmetiyên ku di dema çeteyan de pê re rû bi rû bûn, rizgar bûn.”

Şervana YPJ`ê Doza Jiyan di dawiyê de tekez kir ku wan wek şervanên YPJ`ê cihê xwe di hemleyê de girtiye û tiştek li pêşiya çeteyan nîn e, ji bilî ku birevin.

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …