Şervanên bi derbeyên giran dagirker dîn û har kirin

 EFRÎN – Balafirên Tirk gundên navçeya Şera û herêma Racoyê bombebaran dikin. Şervanên YPG/YPJ′ê du erebeyên leşkerî yên dagirkeran îmha kirin.

Li derdorê gundên Erendê, Sînka û Xerabê Şera yên girêdayî Şera, Hec Hisna û çiyayê Hawar ên girêdayî herêma Racoyê bombebarana balafirên Tirk, topbaran û êrîşên bi çekên giran bênavber berdewam e.

Li vê qadê êrîşên hewayî îro qet nesekiniye. Her wiha topbaran û êrîşên çekên giran li ser herêma Cindirêsê û gundewarên wê jî didome. Şervanên YPG/YPJ′ê du erebeyên leşkerî yên dagirkeran (yek li gundê Çema yê girêdayî navçeya Şera, yek jî li gundê Berava yê girêdayî Bilbilê) yên Artêşa dagirker îmha kirin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …