Gelê Hesekê du lehengên xwe spartin axê

HESEKÊ – Şervanên YPG‘ê Fîdayî û Şêrhat bi merasîmekê li şehîdgeha Dijwar a li gundê Dawdiyê hatin oxirkirin. Di merasîmê de, nasnameya şehîdekî YPG‘ê hate ragihandin.

Şervanên YPG‘ê Mihemed Xelef (Fîdayî) û Amir El-Selîm (Şêrhat) di navbera 25 û 28‘ê sibatê de, di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn.HSK-OXRJKIRNA-SAHIDAN (3)

Gelê Hesekê bi armanca oxirkirinê, cenazeyê herdu şehîdan ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ber bi şehîdgeha Dijwar a li gundê Dawidiyê ve bi rê ketin.

Kerwanê cenaze, li şehîdgehê ji aliyê bi sedan welatiyan ve hatin pêşwazîkirin.

Li vir, merasîmek bi tûraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ/ YPG‘ê û Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir.

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Armîn Mardo sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, şehadet tişta herî giranbûha ye.

Ji fermandarên YPG‘ê Birûsk Hesekê jî di merasîmê de, soza şopandina xeta şehîdan dûbare kirin.

Birûsk Hesekê got, “Bi mafdarin, tu kes nikare me bişkîne, em canê xwe aştî û aramiyê feda dikin.”

Di merasîmê de, bi navê PYD‘ê Şêxmûs Ehmed jî wiha got “Em bejna xwe li hemberî berxwedaniya şehîdan ditewînin, şehîdên ku em wan oxir dikin bi armanca avakirina Sûriyeke demokratîk û azad xwe feda kirin.”

Şêxmûs Ehmed, bal kişand ku gelê Efrînê ji beriya 44 rojan li hemberî êrîşên dijwar ên Tirkiyê li ber xwe didin û efsaneyên qehremaniyê dinivisînin û got “Me bi yekîtî û berxwedaniya xwe hêz û îradeya xwe ji cîhanê re îsbat kir, gelê me hêja ye ku bi azad û rûmet bijî.”

Nasnemyên şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Di merasîmê de, nasnameya şehîdekî YPG‘ê bi navê Şiyar Hesekê (Mihemed El-Eswed) hate ragihandin. Bi navê malbata şehîd Mihemed El-Eswed, bavê wî Hemdo El-Eswed, soza şopandina xeta şehîdan.

Bi navê malbata şehîd Amir El-Selîm, xuşka wî Xewla, şehadeta birayê xwe li gelê Bakurê Sûriyê pîroz kir û diyar kir ku ew bi şehadeta birayê xwe serbilind e.

Girseya gel cenazeyên herdu şehîdan di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan veşartin

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …