Şervanê QSD’ê opersyona rizgarkirina gundê Ebû Hamda vegot

Yek ji şervanên QSD’ê yên cihê xwe di opersyona rizgarkirina gundê Ebû Hamda ya girêdayî Dişîşa de girt diyar kir ku wan bi îradeyek bilind û hêzek mezin dijimin têk birin û gund rizgar kirin.

Şervanê QSD’ê yê bi navê Cebel Kerîma yê cihê xwe di opersyona gundê Ebû Hamda de girt, derbarê rizgarkirina gundê ku kêmî 5 kîlometreyan nêzî bajaroka Dişîşa axivî û got ku di gund de şerekî giran di navbera wan û çeteyan de rû da.

Cebel Kerîm di destpêka axaftina xwe de got ku “Piştî beriya 2 rojan piştî me gundê El-Hemîdiye ji çeteyan rizgar kir. Em ber bi gundê Ebû Hamda ve pêş ve çûn. Şevê din li derdora gund û di nava gund de di navbera me û çeteyan de şerekî giran rû da. Di encamê de me gund ji çeteyan rizgar kir. Niha em çemberên xwe di gund de asê dikin. Da ku em ji êrîşeke muhtemel a çeteyên DAIŞ’ê re amade bin. Hevalên me jî pêşketina xwe didomîn in.”

Derbarê rizgarkirina gund jî Cebel Kerîme ev tişt anî ziman: “Duh di saetên êvarê de em ketin gund û wiha dom kir: “Di navbera me û çeteyan de şerên giran rû da. Çeteyan hewl dan erebeyek bîkab di nava hêzên me de biteqîn in. lê me karîbû beriya bighêje wê bi teqîn in.”

Şervanê QSD’ê Cebel Kerîma di dawiya axaftina xwe de jî got ku îradeya wan xurte û muralê wan bilinde û ev tişt anî ziman: “Em pêşketina xwe didomîn in. Em ê tevahiya herêmê ji çeteyan rizgar bikin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …