Şervanan bûyera li gundê Aşmê rû da vegotin

KOBANÊ – Şervanên YPG′ê bûyerê ku şevê din li gundê Aşmê rû da, vegotin.

Şevê din gundê Aşmê yê dikeve rojavayê bajarê kobanê di navbera şervanên YPG′ê û artêşa Tirk a dagirker de şer derket û du saetan dom kir. Derbarê vê yekê de şervanên YPG′ê yên li tepeyê Şehîd Hogir ê dikeve aliyê rojava bi cih dibin, bûyera ku li wê herêmê rû da vegotin.

Xebat Ibrahîm got ku êrîşên artêşa Tirk ên li ser gundê Aşmê bi êrîşên li ser gundê Kazikan ê dikeve rojhilatê bajêr re hemwext bûn. Xebat got ku ew ê li hember êrîşên dewleta Tirk li ber xwe bidin.

Eyûb Şêxo jî diyar kir ku di bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk ên li ser gundê Aşmê de, erebeyeke zirxî ya artêşa Tirk hat rûxandin.

Dilgeş Batan jî anî ziman ku dema artîşa Tirk malên sivîlan hedef girtin, şervanan ji bo selametiya sivîlan gulebaran rawestandin. Dilgeş wiha domand: ″Me dikarîbû derbeyên giran li artêşa Tirk bidana, lê ji ber ku jiyana sivîlan ket xetereyê me gulebaran rawestand. Em ê bersiva hemû êrîşên artêşa Tirk ên li ser Kantonê bidin″.

Gundê Aşmê 22 km dikeve rojavayê bajarê Kobanê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …