YPG‘ê nasnameya şehîdan eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – YPG‘ê nasmaneya 5 şervanên xwe yên di pêngava Bagera Cizîrê û rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne û şervanekî din ku li Girkê Legekê şehîd bû ragihand.

Navenda Ragihandin û Çapemenî ya YPG‘ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke li ser malpera xwe ya fermî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi pêşengtiya şervanên Ereb yên di nava YPG’ê û YPJ’ê de pêngava dîrokî ya Bagera Cizîrê ji bo rizgarkirina herêma bakurê Dêrazorê ji çeteyan dewam dike. Li wê herêmê û ber bi sînorê Iraqê, şervanên QSD’ê bi deh hezaran welatiyên Dêrazorê ji zilmê rizgar kirine û gelek alanên stratejîk ji hebûna DAIŞ’ê paqij kirine.

Di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê de îro em nasnameya sê hevrêyên xwe radigihînin ku di 24’ê Cotmehê di çalakî û operasyonên li dijî çeteyan gihiştine şehadetê.

Ji aliyê din şehadeta du hevrêyên me yên bi nasnav Arif Heleb û Dîbo Reqawî ku di 18 û 22’ê vê mehê li Reqqayê şehîd bûne tên îlankirin.

Her wiha şehadeta hevalê me Macid Heskî ku di roja 26’ê Cotmehê di encama qezayekî li Girkê Legê şehîd bûye tê ragihandin.

Weke YPG’ê, serî de ji malbata van şehîdan ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin, di kesayeta wan de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku şopdarê rêya şehîdan bin.”

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Gîvara Kelê

Nav û Paşnav: Gîvara Kelê

Navê Rast: Newzad Mehmûd

Navê Dayîkê: Nazê

Navê Bav: Cefer

Cihê ji Dayîkbûnê: Dêrik, Kelê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 24-10-2017 Dêrazorê

Keder Viyan

Nav û Paşnav: Keder Viyan

Navê Rast: Remedan Elî

Navê Dayîkê: Mihdiya

Navê Bav: Mehmûd

Cihê ji Dayîkbûnê: Girkê Legê, Qerxo

Cîh û Dîroka Şehadetê: 24-10-2017 Dêrazorê

Lewend Ehmed

Nav û Paşnav: Lewend Ehmed

Navê Rast: Xesan Elî

Navê Dayîkê: Suat

Navê Bav: Hesen

Cihê ji Dayîkbûnê: Çilaxa

Cîh û Dîroka Şehadetê: 24-10-2017 Dêrazorê

Macid Heskî

Nav û Paşnav: Macid Heskî

Navê Dayîkê: Fatima

Navê Bav: Silo

Cihê ji Dayîkbûnê: Girkê Legê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 26-10-2017 Girkê Legê

Arif Heleb

Nav û Paşnav: Arif Heleb

Navê Rast: Red El-Hemûd

Navê Dayîkê: Fatima

Navê Bav: Selahedîn

Cihê ji Dayîkbûnê: Heleb

Cîh û Dîroka Şehadetê: 18-10-2017 Reqqa

Dîbo Reqawî

Nav û Paşnav: Dîbo Reqawî

Navê Rast: Ehmed Osman

Navê Dayîkê: Letîfa

Navê Bav: Mihemed Elî

Cihê ji Dayîkbûnê: Şet El-Rehman

Cîh û Dîroka Şehadetê: 22-10-2017 Reqqa

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …