Şervan serkeftinê Efrînê nîqaş dikin

 EFRÎN –Di navbera şervanên YPG û YPJ’ê de axaftin û nîqaşên ku dê çawa Artêaş Tirk û teroristên wê têk bibin. Behsa hemû eniyan dikin û bi taybet eniya navçeya Bilbilê her wiha behsa pîlan û çawaniya ku derbeyan li dijin bixin û wiha tola hevalên xwe yên şehîd û dehan sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane, rakin.

Di pişt her darek zeytûnan û dêlyek Tirî de serpêhatiyek di naa pelên zeyûtnan de hatine nivîsandin. Şervanên Qehremaniya Serdemê de liber xwe didin û bersiva êrîşên hêza duyemîn a ANTO û bermahiyên teroristan didin.

Şêniyên Çiyayê Kurmênc di nava gira, newal,deşt û li pişt daran de sefer bûne û li pey dagirkeran ketine da ku herêmê ji wan paqij bikin. Şervan bi hev re di nava nîqaşan de ne, nîqaşên wan hemû li ser berxwedanê ne. Nîqaşên şervanan û balkêşiya wê dest bi şopandina axaftin û nîqaşên şervanan kirin. Dema şervanê bi navê Qendîl û şervanan bi navê Emarkî li beranberî girekî ku di navbera navçeya Bilbilê û xaka Tirkiyê de rûniştîbûn şopandin.

Piştî meşa 40 deqeayn di riya di navbera rûbar ûgundan re em gihitşin gundê meberê xwe dabûyê.  Di rewşên normal de rê zêde nakşîne, lê ji ber rewşa şer rê pir dirêj kir, ji ber Arêtşa Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe didomînin. Top li gundan herêmê diketin, şervana YPG û nûçegîhana me di gund debûn.

Berxwedan vedigotin

Şervana bi navê Emarkî ji rêhevalê xwe Qendîl reaixî û wiha got: “Hevalê me Qendîl, dinerîna te de Artêşa Tirk û çeteyên wê li kur in. Qendîl bi henekî bersiva wê de û got li vir û wir in. Ez jî tam nizanim, lê ez di wê baweriyê de mederbeyên me li wan dikevin.

Şervan her dem mijarên serkeftinê nîqaş dikin û berxwedana ku destnîşan dikin.

https://www.youtube.com/watch?v=AsVqAyv3puk&feature=youtu.be

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …