EFRÎN – Di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li ser gundên Şêxûrzê yê Bilbilê û gundê Dîrbelot ê Cindirêsê de , sê welatiyên sivîl birîndar bûn.
Çavkanıya ji herêmê raghandin ku şevê din balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker herêma Efrînê bi giştî bombebaran kirin.
Di encamê de, zarokê bi navê Bedir Dermûş ê 10 salî û dayîka wî Dîbe Dermûş a 35 salî yên ji gundê Dîrbelot birîdar bûn.
Her wiha li gundê Şêxûrzê jî welatiyê bi navê Şukrî Mustefa yê 88 salî jî birêndar bûn.
Her sê birînar li nexweşxaneyên Efrînê têne dermankirin.