Serçeteyekî DAIŞ`ê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê hat girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk li gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi operasyoneke ewlehiyê yek ji mezintirîn serçeteyên herêmî yên DAIŞ`ê girt.

 Îro di saetên sibehê de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li bajarokê El-Sebha yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê operasyoneke ewlehiyê pêk anî. Şervanên QSD`ê tevî hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi ser 3 malên bajarok de girtin.

Fermandarekî QSD`ê da zanîn ku di operasyonê de serçeteyekî DAIŞ`ê ku berpirsyarê tevgera şaneyên DAIŞ`ê li bajarê Dêrazorê ye û bi navê Ebû Cîhad El-Ensarî tê nasîn, li nêzî Mizgefta El-Îman a li bajarokê El-Sebha hatiye girtin.

Ebû Cîhad El-Ensarî yek ji serçeteyên mezin ên herêmê yên DAIŞ`ê ye.

Li gorî ku hin fermandarên QSD`ê  ragihandiye, ji gundewarên rojhilatê Dêrazorê vê dawiyê tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ`ê û şaneyên girêdayî saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê û yên din ên girêdayî Tirkiyê, zêde bûye.

Ji Adara 2019`an ve piştî ku çeteyên DAIŞ`ê li cihê herî dawî li Sûriyê li bajarokê Baxozê yê rojhilatê Dêrazorê hatin tunekirin, operasyonên QSD`ê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê dewam dikin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …