Şêniyên Şedadê cenazeyên 2 şehîdan spartin axê

HESEKÊ – Bi sedan şêniyên  navçeya Şedadê cenazê du şehîdên ku li herêma Ebû Xeşeb şehîd bûn li goristana şehîdan spartin axê.

HSK-MERASIME-2-SEHIDA-LE-SEDADI1 ‫(167248389)‬ ‫‬

Bi sedan welatiyan cenazeyên şehîd  Mihemed Dawûd (Mecid Erîşa) û Beşar El-Xeyrî bi nasnav Zana Şedadê ji malbata şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî erebeyan berê xwe dan goristana şehîdan a navçeya Şedadê.

Li goristanê merasîman hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtina leşkerî ku ji aliyê şervanên YPG`ê ve lidarxistin, destpê kir, paşê Fermandarê Meclîsa Leşkerî yê Dêre Zorê Xidir Elî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û da zanîn ku xwîna şehîdan riya azadiyê diyar dike.

Elî di dawiya axaftinên xwe de soza şopandina riya şehîdan da.

Di dawî de Rêveberê Tevgera Civaka Demokratîk Hejar Mehmûd nasnameyên herdu şehîdan xwend û rasdestî malbatên wan kirin.Girseya gel cenazeyên herdû şehîdan bi diruşmeyan spartin axe.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …