Li navenda bajarê Reqayê şer giran e, QSD`ê 10 sivîlên din rizgar kirin

REQA – Li taxa El-Emîn a navenda bajarê Reqayê şerên giran rû didin. Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê  li heman taxê 10 sivîl di nav de zarokekî ku sekvanên çeteyên  DAIŞ`ê ew birîndar kiribû, rizgar kirin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 90`î de dewam dike. Li gorî agahiyên  ku ji herêma şer hatin girtin, li taxa El-Emîn a Reqayê şerên giran rû didin û di encamê de heta niha 13 çete hatine kuştin.

Ji aliyekî din, tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê 10 sivîl di nav de zarokekî ku sekvanên çeteyên  DAIŞ`ê ew birîndar kiribû, rizgar kirin.

Li taxa El-Emîn şerên  giran dewam dikin.

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …