Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Bi şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûrî re jinên ku li ser vê axê dijîn weke lehiyê ber bi nava refên azadiyê ve herîkin û xwe li derdora paradîgmaya civakeke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê kom kirin.  Jinên wêrek rêxistinbûna xwe jî bi navê Yekîneyên Parastina Jin şênber kirin.

Agirê şoreşê a ku taritiya serdêmê ji holê rakir, bi pêşengtiya jinên tekoşer nexşerêya azadiya civakan ronî kir. Bi navê YPJ’ê tekoşîneke bê eman a azadiyê tê meşandin. Tekoşîna li hemberî feraseta zilamê serdest weke ku nû de can dide hemû rûhberan her roja ku diçe geştir dibe. Elbette di oxira vê dozê de gelek hevrêyên me yên hêja canê xwe feda dikin. Hevrêyên me Hesina Musa Mihemmed (Avaşîn Cûdî), Hîba Abdulqadir Bekir (Hîba Hesekê), Bêrîvan Abdil Xelef (Bêrîvan Hesekê) û Emîne Nebo Silêman (Dilar Kobanê ) jî bi vê rihê pîroz ji bo azadiya gelê xwe kedeke bê hempa dan.

Hevrêya me Avaşîn Hesekê (Hesina Musa Mihemmed) di nava malbateke xwedî nirxên azadiyê de mezin dibe. Ev rastiya şênber a malbatê ji bo hevrêya me Avaşîn bû sedema di destpêka yekîneyên xwe parastinê a bi navê YXK’ê de cih bigre. Di heman demê de bi sekna xwe ye pêşeng jî bû yek ji endamên destpêkê yên YPJ’ê. Yekemîn endama YPJ’ê a bajarê Hesekê hevrê Avaşîn ê. Hevrê Avaşîn yek ji wan hevalane ku di hemû pêngavên rizgarkirinê de bi awayekî leheng şer kir û di rizgarkirina her bihusteke  axa Bakûr Rojhilatê Sûriyê de kedeke bê hempa da. Bê ku yek kêlî jî bi hênaseya xwe bifikire di hemû eniyên şer de, bi sekneke wêrek li hemberî tarîtiya DAIŞ’ê li Hesekê, Til Temir û Dêrazorê şer kir. Hevrê Avaşîn di nava refên YPJ’ê de bû îfadeya sekna dilsoz û sozdar ya axa welat.

Hevrê ya me Hîba Hesekê (Hîba Abdulqadir Bekir) bi azweriyeke mezin xwe ji hemû kar û xebatên rêxistinî berpirsiyar dîdit. Malbata hevrê Hîba li ser çanda welatperweriyê zarokên xwe mezin kiribûn, ji ber wê jî birayê hevrê Hîba jî bi wê zanebûnê beşdarî nava refên azadiyê dibe. Girêdana bi şehîdan re bi heman rihî hevrê Hîba ber bi nava refên azadiyê ve anî. Hevrê Hîba bi rihê hevaltiya di nava refên azadiyê de her tim kelecana şoreşê di dilê xwe de mezin kir.

Hevrê Bêrîvan Hesekê (Bêrîvan Abdil Xelef)  jî di nava malbateke welatparêz de mezin dibe û bi taybet jî piştî şahadeta birayê xwe, berê xwe dide nava refên azadiyê. Hevrê Bêrîvan bi enerjiya xwe ya herikbar ji bo hevrêyên xwe dibû çavkaniya coş û kelcanê. Di heman demê de di nava hevrêyên xwe de bi kedkariya xwe dihate nasîn. Girêdanbûna hevrê Bêrîvan bi şehîdan re di sekna wê ya dilsoz de di her kêliya jiyanê de xwe dida nîşandan.

Sekna dildar û dilsoz a hevrê Dilar Kobanê (Emîne Nebo Silêman) bi heskirina welat re xwe bi wate kiribû. Ji ber wê jî bi heskirineke mezin tekoşîna azadiyê dida meşandin. Hevrê Dilar bi çanda welatparêziyê mezin dibe û ew jî piştî ku xwîşka wê tevlî nava refên azadiyê dibe, li pey doza azadiya welat dibe rêwî û dibe yek jî ji wan jinên tekoşer. Di nava refên azadiyê de bi sekna xwe ye serhildêr, berxwedêr û dirûst dihate nasîn, bi vê sekna xwe ye wêrek  bû şervaneke dilsoz a doza azadiya gelan.

Hevrêyên me Hesina Musa Mihemmed (Avaşîn Cûdî), Hîba Abdulqadir Bekir (Hîba Hesekê), Bêrîvan Abdil Xelef (Bêrîvan Hesekê) û Emîne Nebo Silêman (Dilar Kobanê ) bi rihekî bilind û fedakar xwedî li nirxên azadiyê derketin û di nava refên şorêşê de bi seknên xwe yên wêrek bi hemû erkên şorêşê rabûn.

Di dîroka 27’ê Tîrmehê de hevrêyên me Avaşîn Hesekê (Hesina Musa Mihemmed), Hîba Hesekê (Hîba Abdulqadir Bekir), Bêrîvan Hesekê (Bêrîvan  Abdil Xelef) û Dilar Kobanê (Emîne Nebo Silêman) dema ku li ser erka xwe bûn di encama qezayekê de gihîştin asta şahadet ê. Em di serî de ji bo malbatên hevrêyên xwe û tevahî gelê xwe yê welatparêz sersaxiyê dixwazin.

Weke YPJ emê ji bo jiyanî kirina xewn û xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd heta dawiyê tekoşîna xwe bidomînin. Girêdan û sozdariya me ye ji şehîdan re her roj bi bilind kirina tekoşînê re watedar dibe.

 

Nasnameya Hevrê me yên wiha ne:

Nasnav: Avaşîn Hesekê

Nav û Paşnav: Hesina Musa Mihemmed

Navê dayîk: Zekiyê

Navê bav: Musa

Cih û Dîroka ji Dayîkbûnê: 1987- Hesekê

Cih û Dîroka şehadete: 27.07.2023/ Hesekê

 

Nasnav: Hîba Hesekê

Nav û Paşnav: Hîba Abdulqadir Bekir

Navê dayîk: Fatma

Navê bav: Abdilqadir

Cih û Dîroka ji Dayîkbûnê: 2003- Hesekê

Cih û Dîroka şehadete: 27.07.2023/ Hesekê

 

Nasnav: Bêrîvan Hesekê

Nav û Paşnav:  Bêrîvan  Abdil Xelef

Navê dayîk: Fethiye

Navê bav: Ebdî

Cih û Dîroka ji Dayîkbûnê: 1995- Hesekê

Cih û Dîroka şehadete: 27.07.2023/ Hesekê

Nasnav: Dilar Kobanê

Nav û Paşnav:  Emîne Nebo Silêman

Navê dayîk: Fatma

Navê bav: Nebo

Cihê ji Dayîkbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka şehadete: 27.07.2023/ Hesekê

 

Fermandariya Giştî a YPJ’ê

28.07.2023

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …