EFRÎN – Berxwedana Serdemê ya li hember êrîşên dagirkeriya Tirk roj bi roj bilindtir dibe.
Artêşa Tirk a dagirker bi hemû hewldanên xwe dixwaze axa Efrînê dagir bike, ji ber vê yekê malên sivîlan hedef digire û hewl dide tirsê bixe dilê gel da warên xwe terk bikin.
Nûçegihanêne me rewşa dawî ya li eniya Raco şopandin û derbarê wê raporek amade kirin.
Şêniyên herêmê diyar kirin ku ew axa welatê xwe ji dagirkeran re nahêlin.